Seher Dilovan - Berbenî Songtexte

Yar welle Berbenî lo bîlle Berbenî
Yar gava ne li malim lo tu bi kê re dikenî
Dost gava ne li malim lo tu bi kê re dikenî
Yar welle keçikê lo bîlle keçikê
Can serî kofiye lo kofî xişike
Can guhan guhare lo guhar gupuke
Can pozda xizmeye lo xizme şirike
Yar welle Berbenî lo bîlle Berbenî
Yar gava ne li malim lo tu bi kê re dikenî
Dost gava ne li malim lo tu bi kê re dikenî

ZERİYÊ
Weylê weylê Zeriyê lê nazikê Zeriyê
Rindikê xewrevînê lê Şîrînê Zeriyê
Navê xaltê Evîne lê wey we Zeriyê
Dermandike birînê lê nazikê Zeriyê
Zeriyê keçka cîrane lê wey wey Zeriyê
Bisk û zêran berdane lê Şîrînê Zeriyê
Tu dibê keçka Siltane lê wey wey Zeriyê
Rindikê seriwanê lê nazikê Zeriyê
Dieser text wurde 357 mal gelesen.